YPG nasnameya şeş şervanên xwe aşkere kir

Di dawî ya daxuyaniyê de, YPG tekezî li ser, parastina Rojavayê Kurdistanê ji çekdarên DAIŞê kirin û rizgarkirina hemû navçeyên dagîrkirî ji aliyê rêxisrina navborî ve.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) nasnameya 6 şervanên xwe yên ku berî niha di taxa Eşrefiyê û Girê Spî de şehîdbûbûn aşkere kir.

Derbarê nasnameya wan şervanan de,  Navenda Ragehandina Yekîneyên Parastina Gel(YPG) daxuyaniyek belav kir, tê de nasnameya her şeş şervanên xwe aşkere kir, da zanîn ku, ew şervan di şerê taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi sedema topbarankirina girûpên ser bi opozîsyona Sûriyê ve şehîdbûne.

Li gor Navenda Ragehandina YPGê nasnameya wan şervanan jî evin:

-Ismaîl Caxlî ji dayîkbûyê Cizîra Bota li Girê Spî şehîd bû.

-Zîbêr Hacî Ikîl ji bajarê Şirnexê cihê şehîdbûnê Girê Spî.

- Cêhan Daşkran ji dayîbûyê Mûşî ew jî li Girê Spî şehîdbûbû.

- Ofivk Ebdula Ozlak ji Sêrtê ye, li Girê Spî şehîd bûye.

- Mistefa Hesen Xelîl ji bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê şehîdbû.

- Ferîd Menan Mihmed ji bajarê Efrên, taxa Eşrefiyê şehîd bû.

Di dawî ya daxuyaniyê de, YPG tekezî li ser, parastina Rojavayê Kurdistanê ji çekdarên DAIŞê kirin û rizgarkirina hemû navçeyên dagîrkirî ji aliyê rêxisrina navborî ve.