Rûsya: Divê çavdêriya sînorê Tirkiye-Sûriye bê kirin

Rûsyayê ragihand ku divê çavdêrên navnetewî çavdêriya sînorê Tirkiye-Sûriyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsyayê ragihand ku divê çavdêrên navnetewî çavdêriya sînorê Tirkiye-Sûriyê bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxwaz kir ku bo alîkariyên ji Tirkiyê diçin Sûriyê bila çavdêrên navnetewî çavdêriya sînorê Tirkiye-Sûriyê bikin.

Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo Tirkiye nêta xwe ya baş ji bo barhilgirên diçin Sûriyê nîşan bide, em dikarin daxwaza çavdêrên navnetewî bikin. Eger tiştên Tirkiyê dibêje rast be û tevlî sewqiyatên derveyî yasayî nebûbe, rêya herî baş û derxistina rastiyan ev e."

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê anî ziman ku ew dixwazin Tirkiye li ser vê pêşniyarê bersivekê bide. Heta niha Tirkiyê derbarê vê pêşniyara Rûsyayê de ti daxuyaniyek nedaye.