li ser taqîkirina mûşekîya Îranê Karvedan Berdewame.

Karvedan welatên dij bi taqîkirina mûşekîyên Îranî berdewame û rêberê Komara Îsalamîya Îranê û sûpa pasdaran jî dibêjin: Di hemû kawdan û pergalan de em li ser berhemhînana evan mûşekan dê berdewam bibîn.

K24- Hewlêr:

Karvedan welatên dij bi taqîkirina mûşekîyên Îranî berdewame û rêberê Komara Îsalamîya Îranê û sûpa pasdaran  jî dibêjin: Di hemû kawdan û pergalan de em li ser berhemhînana evan mûşekan dê berdewam bibîn.

Karvedana welatên cîhanê berdewame li hember taqîkirina mûşekî ji alîyê Komara Îslamîya Îranê ve, karvedaan dawîyê jî ji alîyê Îsrayîlê ve bû, dema Pêncşembîya bûrî wezîrê Asayîşa Îsaryîlê Mûşê Yelûn got: Taqîkirina mûşekîya Îranê nîşana dirêjedana dijminatîkirina Îranêye bo Îsrayîlê. Mûşekên Îranê bi zimanê Îbrî li ser hatine nivîsîn( dive Îsrayîl li ser rûyê Eredê nemîne).

Wezareta Deveya Îsrayîlê, rojekê berî encamdan taqîkirina mûşekîya Îranê, ew kar bi pêşêlkirina biryara hijmare 2231 Civata Asayîşa Rêkxistîya Neteweyên Hevgirtî dabû nasîn û ragrhandibû ku ev taqîkirin rêkkrvtinnameya di navbera Îran û welatê hêzdarên cîhanê dixe jêr pirsyarê.

Sikirtêrê Neteweên Hevgritî jî roja Çarşembîya bûrî  daxwaz ji Îranê kiribû ku xwe ragire û ew devera şêwîyayî ya Rojhilata Navîn zêdetir ne şêwîne.

Herweha Emerîkayê ragehandibû ku dê dosêya taqîkirina mûşekîya Îranê bibe Civata Asayîşa Neteweyên hevgirtî.

Wezîrê Derveyê Îranê, Ebas Îraqçî, heynîyê li Tewrêzê ragehandibû ku mûşekên Îranê bûn, desthilatdarên cîhanê rakêşan ser mêza danûstandinan.

Duhî jî. Nwênerê Emerîkayê li Neteweyên hevgirtî, Samanta Pawer, ragehand: Dûşembîya bihê Emerîka dê mijara taqîkirina mûşekîya Îranê bibe Civata Asayîşê li Neteweyên Hevgirtî.

Fermandarê hêzên asmanîyê sûpa pasdarên Îranê, Emîr Hacîzade got: Em ji berpirsên Serbazî  û sûpayê diltenahîn, lê renge dijminî bandora xwe hebe lis er berpirsên sîyasî wek ku yek bibêje; ev taqîkirin bila bihê dawîxistin. Ev axivtinên Hacîzade alîyên hindûrî ankû rîforimxwaz divegire.

Ayetûlla Xamneyî jî destxweşî li Hacîzade kir ku rojekê berî axivtinên Xameneyî li telefizyûnê gotibû: Eger ji hemû alîyan ve bihêyîn dorpêç kirin em li ser berhemhînana mûşekan  dê berdewam bîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/53021dad-0f71-4144-a3e2-37521488ae7b/Kardanewe%20bo%20musheki%20eran.ism/manifest