Gelo HDP ji Parlamentoya Tirkiyê vedikişe?

Nîqaşên derbarê fezlekeyên 5 parlamenterên HDPê de ku her du Hevserokên Giştî Selahattin Demirtaş û Figen Yûksekdag jî di nav de ne, kurttir dibin. Niha jî egera vekişîna ji parlamentoyê ya HDPê ket rojevê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8fc7d73f-a918-4b85-b819-a32feee452ed/GeloHDPJiParlamentoya.ism/manifest

K24 – Enqere

Rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê di rojeva Tirkiyê de cihekî girîng digire. Gelo rakirina parêzbendiya parlamenteran dê encamên siyasî yên çawa bi xwe re bîne. Gelo egera wê yekê heye ku HDP ji parlamentoyê vekişe?

Nîqaşên derbarê fezlekeyên 5 parlamenterên HDPê de ku her du Hevserokên Giştî Selahattin Demirtaş û Figen Yûksekdag jî di nav de ne, kurttir dibin. Niha jî egera vekişîna ji parlamentoyê ya HDPê ket rojevê.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen li ser mijarê daxuyaniyên taybet dan Kurdistan24ê. Bilgen egera hilbijartineke navberî ya ku bi tenê hêzên asayişê deng bidin anî ziman û got lijneyên wan ên biryardayînê li gorî egerên wiha û bendewariya civakê dê di rojên pêş de biryara partiyê bidin.

Bilgen got: “Helbet divê em vê di lijneyên partiyê de niqaş bikin û bi hevre vê biryarê bidin. Ji xwe di rojên pêş de, Lijneya Bilind ya Navendî û Meclîsa Partiyê dê civînên xwe saz bikin. Di mijarên wiha stratejik de, biryarên resen ji aliyê van lijneyên me ve tên dayîn.“

Eger parêzbendiya her 5 parlamenterên HDP were rakirin û HDP ji parlamentoyê vekişe dê siyaseta Tirkiyê ber bi ku ve biçe û encamên çawa derkevin holê? Rojnameger Kemal Goktaş jî dibêje armanca sereke ya rakirina parêzbendiyan ji holê rakirina siyasetê ye û eger ev yek pêk were dê şerê heyî berfirehtir bibe.

Rojnamegerê Rojnameya Cumhuriyetê Kemal Goktaş ji Kurdistan24ê re wiha axifî: “Hebûna HDPê û xurtbûna wê ya li parlamentoyê hêviyên çareseriya siyasî her tim xurt dihêle. Lê armanca wan kesên ku dixwazin HDPê ji parlamentoyê dûr bixin ew e ku şer berfirehtir bibe. Ji xwe em dibînin dewlet di rêbazên xwe yên şer de, ji salên berê cûdatir tevdigere û ev yek jî dê pirsa Kurdî çareser neke û aloziyên heyî zêdetir bike.”

Di 3ê Adara sala 1994an de, parêzbendiya parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) hatibûn rakirin. Piştî wê bi rojekê di 4ê Adarê de polîs ketin parlamentoyê û parlamenterên DEPê Orhan Doğan, Hatip Dicle, Leyla Zana, Ahmet Türk, Sırrı Sakık û Mahmut Alınak binçav kirin. Piştî 13 rojan jî her 5 parlamenterên DEPê hatin zindanîkirin. Ji wê demê heta niha girtina Parlamenterên Kurd wekî rûpeleke reş di dîroka siyasî ya Tirkiyê de tê nirxandin.

Berdevkî HDPê

Rojnamegerê Rojnameya Cumhuriyetê Kemal Goktaş