Rojava 12ê Adarê divejîne

Îro 12mîn salvegera serhildana Qamişlo ye, welatiyên Rojava bi xwepêşandanan wê rojê bibîr tînin û 5 xulekan li ser giyanê şehîdan radwestin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a66e1eb7-83a9-4242-9397-78d6b226bf18/12min.ism/manifest

K24-Qamişlo

li seranserî Rojava Bo salvegera şehîdên serhildana Qamişlo ya sala 2004an li seranserî Rojavayê Kurdistanê îro merasîmê rêzgiritnê birêve diçin.

Di 12ê Adara 2004an li lîstigha Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, her du tîmên Footbalê Cîhad û Tîma Fitwê ya Parêzgeha Hesekê lîstin, dema ku dilîstin Ereban destdirêjî bi ser serkirdeyên Kurdan û piştgiriya Serokê rejîma Bas li Iraqê Sedam Hisên kirin, di encam de şer ûpevçûn derketin û bi dehan welatiyên Rojavayê bûne gurbanî, piştî wê bi rojekî xwepêşandan ji bajarê Dêrika Hemko heta Şama paytexa Sûriyê destpê kirin û milet rabû liser piya.

Ji aliyê xwe ve rejîma Sûriyê bi tûndî bersiva wan dan û êrîşî xwepêşanderan kir, di encam de 30 welatiyên Kurd şehîdbûn û bi dehan birîndarbûn, herwiha bi sedan ciwan, jin, zarok ji aliyê rejîmê ve hatin girtin.

Îro 12mîn salvegera serhildana Qamişlo ye, welatiyên Rojava bi xwepêşandanan wê rojê bibîr tînin û 5 xulekan li ser giyanê pakrewanan radwestin.

Peyamnêrê K24ê re tekez kir ku, merasîm ji şeva borî de li bajarê Qamişlo destpê kirne, welatî serdana gorîstana şehîdan dikin, sed find li lîstigiha Qamişlo ku nave bûye lîstgeha 12ê Adarê.