Li Geverê bombe bi otomobîla polîsan de hat teqandin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dema otomobîla zirxpoş a polîsan derbas dibû bombeyeke ku berê hatibû vedan hat teqandin. Di encamp de zerareke zêde gehişte rê û avahiyên derdorê.

K24 – Colemêrg

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dema otomobîla zirxpoş a polîsan derbas dibû bombeyeke ku berê hatibû vedan hat teqandin. Di encamp de zerareke zêde gehişte rê û avahiyên derdorê.

Teqîn şevê din saet derdora 01.00 çêbû. Li ser rêya Gever-Wanê dema otomobîla polîsan a zirxpoş derbas dibû bombeyeke ku hêzê wê zêde bû û berê hatibû danîn hat teqandin.

Di teqînê de kes nemir û birîndar nebû, lê li ser rê nêzîka 2 metre kur û 3 metreyan berfireh çalek çêbû. Bi hêza teqînê camên hinek avahiyên nêzîk şikestin û zerar gehişte xeta elektrîkê jî.

Piştî teqînê polîsan dest bi tedbîrên ewlekariyê yên dijwar kirin û çêkirina xeta elektrîkê jî berdewam e. Ev teqîna han di demekê de ye ku doh Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala ragihandibû ku dê li navenda Şirnex, Gever û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî operasyonên dagirtina xwendekan li nav bajaran dest pê bikin.