Li Şirnexê amadekariya operasyonê tê kirin

Li navenda Şirnexê berî operasyona berfireh tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin û bi dehan tank û top û otomobîlên zirxpoş bajêr hatin bicîhkirin.

K24 – Şirnex

Li navenda bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê berî operasyona berfireh tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin. Bi dehan tank û top û otomobîlên zirxpoş li Şirnexê hatin bicîhkirin û di ketin û derketina bajêr de jî gelek tedbîr hatin wergirtin.

Piştî ku li navçeyên Cizîr, Silopî û Hezexê yên Şirnexê operasyon bi dawî bûn niha çav li Şirnexê ye. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala diyar kiribû ku wê ji bo rakirina xendekên li navenda parêzgeha Şirnex, navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û navçeya Gevera Colemêrgê operasyon werin dest pê kirin.

Efkan Ala wiha axifî bû: "Li kûderê xendek hebin, wê werin paqijkirin. Li Geverê, li hinek taxên Nisêbînê û li navenda Şirnexê xendek hene. Herwiha li gorî hinek agahiyên ketine destê me, li hinek cihan jî bombe hatine vedan. Lewma ew der jî dê werin paqij kirin."

Piştî van gotinên Ala, li Şinexê amadekariyên operasyonê dest pê kirin. Bi dehan tank, kobra û otomobîlên zirxpoş û dozerên zirxpoş jî bo Şirnexê hatin veguhestin. Tê çaverêkirin ku operasyoneke mezin were dest pê kirin û welatiyên navçeyê jî nîgeran in.

Li ketin û derketina bajarê Şirnexê de gelek polis û leşker hatin bicîhkirin. Li ser rêyên ku diçin bajarên din jî gelek tedbîr hatine standin. Herwiha li gelek dibistan û beşên navxweyî yên xwendekaran jî polis û leşker bicîh bûn. Hêzên ewlekariyê bi otomobîlên zirxpoş bazgeh danîne û wesayîtên ji Colemêrg, Cizîr û Sêrtê tên piştî kontrolê destûrê didin ku bikevin nav bajêr.