Emerîka: Jineka Kurd xelata dengên bi bandor diwergire.

Di pazdeyemîn gerra Xelat Vaitil Voysiz, wate dengên karîger yan dengên bi bandor, li Emerîkayê jineka Kurd li gel sê jinên din xelata mafên mirov bo sala 2015 wergirt.

K24- Hewlêr:

Di pazdeyemîn gerra Xelat Vaitil Voysiz, wate dengên karîger yan dengên bi bandor, li Emerîkayê jineka Kurd li gel sê jinên din xelata mafên  mirov bo sala 2015 wergirt.

Xanim Letîf, serperiştyar û seroka rêkxistîya Asûde bo maf û parastin û penadana jinan,xelata ev sala dengên karîger bir. Di gotara taybetîya xwe de, sera destxweşîyê li wê dezgehê, behsa wê yekê jî kir ku Daiş hêz û tundûtîjîyê li beranber jinan bikar dihîne û wan dikin aramanc.

Xanim Letîf tekez kir ku bihêztirîn çekên Daişê ne tenê tûdûtîjîye, belê ew  tawanin ku encam didin û di peyama wan de jî  xwe divebîne, ku belavkirina hizra tundûtîjîyêye û jinan bi kêmtir ji zaelaman temaşa dikin.

Xanim Letîf got jî: Eger civaka nêvdewletî xwazta dawîhînanê bi girûpa Daişê heye, divê ew bizanin ku wan tiştên zêdetir ji hêz û sûpayê pêdivîne bo ji navbirina ewê girûpê û amaje bi wê yekê jî da ku jina Kurd ji bona ayînde dicenge.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/74da98fc-9a1f-4fb9-b7d5-f8a00a2f7770/Washington%20Kurdish%20Woman.ism/manifest