Li Sûrê 2 YPSiyan can jidest dan û 2 polîs birîndar bûn

Li navçeya Sûr ya Diyarbekirê pevçûn derket, 2 endamên YPS'ê canê xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Sûr ya Diyarbekirê pevçûn derket, 2 endamên YPS'ê canê xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn.

Li navçeya Sûrê taxa Savaşê, endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ku xwe di nav malekî de veşartibûn, teqe li polîsên operasyona taybet kirin. Di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

Hat ragehandin, di pevçûnan de 2 endamamên YPS'ê jî canê xwe ji dest dane û pevçûn cih bi cih berdewam dike.

Parêzgariya Diyarbekirê, di 9'ê meha Adarê de ragehand, li navçeya Sûrê operasyon bi dawî hatine. Piştî daxuyaniyê hêzên serbazî tevî alavên giran ji navçeyê paşve kêşiyan lê operasyona polîsan a bo lêgerînê berdewam dike.