Opozîsyon Sûriyê: Rêjîm berî destpêkirinê Cenêvê têk dibe

Opozîsyona Sûriyê hikûmeta Sûriyê tuhmetbar dike û dibêje, berî destpêkirina danûstandinan mêxan li darbesta Cenêvê dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê hikûmeta Sûriyê tuhmetbar dike û dibêje, berî destpêkirina danûstandinan mêxan li darbesta Cenêvê dixe.

Berdevkê Desteya Opozêsyona Sûriyê Minzir Maxos, îro hikûmeta Sûriyê tuhmetbar kir, ku berî destpêkirina danûstanên aştiyê li Cenêvê, radigihîne ku, veguhastina desthilatê û Serokê Sûriyê “Hêlên sor in”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Mûelim, îro rexne li Nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê, Steffan De Mistura kir ku, biryara qonaxa veguhêz ne di destê Mistura deye, di belgeyên Navdewletî de tiştekî wiha nîne, da zanîn jî ku, Serokê Sûriyê “Hêla Sor e”, bila baş bizanin jî Cenêv biser nakeve.

Maxos derbarê daxuyaniyên Mûelim de got: “Di baweriya min de, ew mêxan li darbesta Cênêvê dixe. Mûelim danûstandinan berî birê keve, radiwestîne.

Biryare 14ê vê mehê danûstandin derbarê kirîza Sûriyê di nav bera opozîsyonê û rejîma wî welatî destpê bike, civîn dê deh rojan berdewam bin.