“Armanca komkujiyan çavtirsandina xelkê ye”

Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş careke din polîtiyakên AKPê yên li Kurdistanê rexne kirin û got ku di jinûveavakirina pêvajoya demokrasiya Tirkiyê de, cihê AKPê nemaye.

Azat Altun / K24 - Enqere

Îro li paytexta Tirkiyê Enqerê Kongreya Asayî ya Yekem a Encumenên Ciwanên HDPê hat sazkirin. Li ser navê Koordînasyona Ciwanên HDPê Firat Yaman derbarê rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê de axaftinek kir. Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî beşdarî vê kongreyê bû.

Kongreya Asayî ya 1emîn ya Encumenên Ciwanên HDPê îro saet 10ê sibehê li salona Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê pêk hat. Di salona kongreyê de wêneyên Serokê PKKê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansız û rêberên rêxistinên çepgir yên Tirkiyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya hatin daleqandin.

Di destpêka kongreya ciwanan de pêşî li ser navê Koordînasyona Ciwanên HDPê Firat Yaman axivî. Yaman di axaftina xwe de li ser kêmasiya ciwanên HDPê ya di hilbijartina 1ê Sermawezê de rawestiya û got; “ Li gel ku di wê demê de hêzên ewlekariyê li Bakurê Kurdistanê komkujî pêk anîne jî ew li pêşberî vê helwestê di rehewetê de mane.”

Berdevkê Koordînasyona Ciwanên HDPê Firat Yaman wiha axifî: “Di van demên dawî de gelek komkujî pêk hatin. Li Cizirê, Sûrê, Nisêbînê, Pirsûs û Enqerê. Ji bo tevgera me ya şoreşgerî were şikandin êrîşên ku li dijî me têne kirin li ber çavan e. Em nebûne bersiva vê pêvajoya dijwar, lê em wê sozê didin gelê xwe ku di pêş de bi her awayî berpirsiyariya xwe bi cih bînin.”

Di kongreya ciwanan de axaftina duyemîn jî ji aliyê Hevserokê Giştî yê HDPê ve hate kirin. Demirtaş di axaftina xwe de polîtiyakên AKPê yên li Bakurê Kurdistanê rexne kirin û got ku di jinûveavakirina pêvajoya demokrasiya Tirkiyê de, cihê AKPê nemaye.

Demirtaş got: “Çi dema ku HDP mezintir dibe êrîşên li dijî wê jî zêdetir dibin. Armanca van komkujiyan ew e ku çavê xelkê bitirsînin û bînin rayê. Li gel AKPê ji sedî 49 ji dengan wergirtiye jî ji mamoste Ayşe yan jî ji îmzeya akademîsyenan çima ditirse? Erê AKP 14 sal in ku hikûmet e, lê di nava gel de tu caran nebûye desthilatdar.”

Biryar e kombûna duyemîn a Kongreya Ciwanên HDPê sibe li heman cihî were kirin. Di vê kombûnê de ciwanên HDPê wê babetên wek; “Em çawa dikarin siyaseta partiyê û jiyana civakî ciwantir bikin”, “Welatê hevpar û komara demokratîk”, Zanîngehên demokratîk û xweser”, “Tekoşîna Jinên Ciwan” nîqaş bikin û di encama van nîqaşan de wê bernameya ciwanan a bo pêvajoya nû bo çapemeniyê bê ragihandin.