Îran: Jin zêdetir bi madeyên hoşber ve tên girêdan

Bikaranîna madeyên hoşber di nav jinên Komara Îslamî ya Îranê de her diçe zêde dibe û gehiştiye astekî metirsîdar.

K24 – Tehran

Bikaranîna madeyên hoşber di nav jinên Komara Îslamî ya Îranê de her diçe zêde dibe û gehiştiye astekî metirsîdar.

Berdevkê Navenda Rûbirûbûna Madeyên Hoşber a Îranê Perwîz Efşar, ji ajansa Îlnayê re got ku li Îranê ji sedî 43ê hatine girtin bi awayekî rasterast li ser madeyên hoşber hatine girtin.

Li gor Efşar, amareke fermî ya wan jinên Îranî ku li ser madeyên hoşber hatibin girtin nîne, lê berî niha Şehîndoxt Mewlawêrdî ragihandibû ku di nav jinên Îranî de rêjeya kesên bi madeyên hoşber ve hatine girêdan duqatê mêran e.

Bi gotina Alîkara Serokkomarê Îranê bo Karêbarê Jinan Mewlawêrdî, ji sedî 60ê jinên girtî yên di girtîgehên Îranê de li ser madeyên hoşber hatine girtin û ji wê rêjeyê ji sedî 70ê wan bi rêya hevserên xwe bi madeyên hoşber ve hatine girêdan an jî firoşyarên madeyên hoşber.