Mesrûr Barzanî: DAIŞ bi wergirtina çekdaran berdewam e

Balyozê Rûsyayê li Iraqê Îliya Morgonov radigihîne ku, rayedarên Rûsî bi girîngî li Başûrê Kurdistanê dinêrin. Barzanî jî amaje bi çekdarên nû yên DAIŞê dike.

K24 – Hewlêr

Balyozê Rûsyayê li Iraqê Îliya Morgonov radigihîne ku, rayedarên Rûsî bi girîngî li Başûrê Kurdistanê dinêrin. Barzanî jî amaje bi çekdarên nû yên DAIŞê dike.

Di civînekê ligel Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî, Balyozê Rûsyayê li Iraqê Îliya Morgonov diyar kir, serkirdeyên siyasî yên Rûsî bi girîngî li cihê Başûrê Kurdistanê di guhartinên Rojhilata Navîn dinêrin.

Herwiha Morgonov tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Rûsî de kir.

Ji aliyê xwe ve, Barzanî amaje bi rêgiriyên li hember hatina çekdarên nû ji Sûriyê bo nava DAIŞê kir û diyar kir, DAIŞ digel hemû rêgiriyan berdewam e li ser wergirtina çekdarên nû ji navçeyên di bin kontrola wê de.

Di civîna di navbera Barzanî û Balyozê Rûsî de, şandek ji kampanyaya “Gazprom” jî amade bû, ku tê de krîza aborî ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.