Di salvegera Serhildana Zaxo de parêzgehbûn hat daxwazakirin

Bi boneya 25emîn salvegera Serhildana Zaxoyê, ahengeke giştî ji aliyê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya bajarê Zaxoyê ve hat lidarxistin. Parlementerekî jî daxwaza xwebirêvebirina serbixwe bo Zaxo dike.
kurdistan24.net

K24 – Zaxo  

Bi boneya 25emîn salvegera Serhildana Zaxoyê, ahengeke giştî ji aliyê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya bajarê Zaxoyê ve hat lidarxistin. Parlementerekî jî daxwaza xwebirêvebirina serbixwe bo Zaxo dike. 

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku Serhildana Zaxo di 13ê Adara 1991an de bi xwîna 15 şehîd û 13 birîndaran azadbûna bajarokê Zaxo hat ragihandin.

Parlementerê Zaxo di Parlementoya Kurdistanê de ji K24ê re got: “Pîrozbehiyên xwe arasteyî hemû malbatên şehîd û Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, serkeftina vê rojê di bin sîberan wan de bûye.”

Wî parlementerî bi boneya vê rojê daxwaza dermankirina derd û birînên xelkê Zaxo kir, bi riya parêzbûna bajarokê Zaxo, lê di heman demê de jî amaje bi krîza darayî ya Herêma Kurdistanê kir.

Wî palementerî jî daxwaza xwebirêvebirina serbixwe li Zaxo bête cibicîkirin kirin, bo bêtir karibin xizmeta xelkê Zaxo bikin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir ku, aheng bi beşdariya 201 keçên Zaxoyê yên xula perwerdekirina Akademiya ya Leşkerî bidawî kirine birêve diçe, ku di çend rojên pêş de dibine efser di nava rêzên leşkerên Kurdistanê de.