Li Enqerê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Enqereyê li Qada Kizilayê ya Guvenparka Enqereyê teqînek çê bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9181d017-547a-4cb8-b353-2362baad638b/2.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Enqereyê li Qada Kizilayê ya Guvenparka Enqereyê teqînek çê bû.

Li gor peyamnêrê K24ê li Enqerê ragihand ku, Li Enqereyê li Qada Kizilayê ya Guvenparka Enqereyê bi riya otombêleke veguhastina sivîlan ya bombebarankirî teqînek çê bû.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, bi dehan otombêlên Ambulancan birîndaran vediguhêzin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, ji ber ku polîsan tedbîrên ewlehiyê girtine, hejmara birîndaran ne diyar e, piraniya birîndaran jî kesên sivîl in.

Li gor agahiyên destpêkê, 5 kes mirine û tirs heye ku hejmar zêde bibe, heta niha jî 138 birîndar in. Herwiha zerar gehiştiye gelek avahiyên derdorê jî.

 

 

di demên pêş de, agahiyên zêdetir belav dikin