Barzanî: Spasiya Amerîka dikin heger li dijî serxwebûnê ranewest e

Serokê Herêma Kurdistanê radigihîne, dema guhartina sînorên Rojhilata Navîn hatiye, çûnkû tenê li ser nexşê maye û niha rewşeke nû derketiye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cfe76baf-3ea2-45ae-996f-10b36ee8eb7f/Chawpiekawtini%20Barzani.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê radigihîne, dema guhartina sînorên Rojhilata Navîn hatiye, çûnkû tenê li ser nexşê maye û niha rewşeke nû derketiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di hevdîtinekê ligel nivîskar û koşenivîsê Amerîkî Turdy Rubin di rojnameya “Philadelphia Inquirer” ragihand, divê xelkê Herêma Kurdistanê biryar li ser çarenivîsa xwe bide, ji ber ku nabe ew pêwendiya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de heye berdewam bibe.

Pirsa encamdana referandûmê li Başûrê Kurdistanê, pirseke navxw û derveyayî Herêma Kurdistanê bûye babeteke germ, Rûsya ragihand ku biryara referandûmê pirseke navxwe ya Kurdistanê ye û biryara wê her divê gelê Kurd bide. Barzanî jî ji rojnameya“Philadelphia Inquirer” re got: “Îsal referendûm bo serbixwebûna encam didin.”

Amerîka ku her tim piştevaniya yekrêziya Iraqê dike, lê Barzanî vajî vê yekê ji berpirsên Koşka Spî daxwaze ku piştgîrî li pêngava Kurd derbarê serxwebûnê dike û dibêje: “Spasiya Artêşa Amerîkayê dikin, heger dijî serxwebûna Kurdistanê ranawest e.” Herwiha Barzanî got jî: “Bo pirsa serxwebûnê, Kurd guftûgo û diyalogê ligel Iraq û welatên herêmê jî dike.”

Civaka navdewletî pir caran bi gûmanî temaşeya pêngavên serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin, di nêrîna wan de ew e ku, Hewlêr her tim hewl bo serxwebûnê dide, ev yek jî benzînê li agirê Rojhilata Navîn dike. Barzanî jî civaka navdewletî dilniya dike û dibêje: “Kurdistaneke serbixwe dibe fakterekî bihêz û aramiya Rojhilata Navîn.”

Derbarê pêşeroja Iraqê de Barzanî dibêje: “Fîderalîzm li Iraqê şikestiye, çûnlû heger ezmûna federalîzmê li Iraqê serkeftî ba, dê rewş negihêşta ku em daxwaza referndûmê bikin.”

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê her welatên herêmê kiriye metirsiyê, çûnkû di baweriya wan de, serxwebûna Kurdistanê, dibe sedema ku perçeyên din yên Kurdistanê jî daxwaza serxwebûnê bikin. Barzanî bo vê mijarê dibêje: “Her perçeyekî Kurdistanê taybetmendiyeke wê heye û referendum tenê stratîjiya Herêma Kurdistanê ye.”

Hefteya borî, Rûsya ragihand ku, Heger delê Sûriyê federalîzmê wek çareserî ji xwe re dizanin, Mosko li hember wê yekê nasekine, lê Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihand ku, welatê wî bi çi awayekî federalîzmê li Sûriyê qebûl nake.

Derbarê pêşeroja Sûriyê yekperçebûna xaka Sûriyê de, Barzanî ragihand, piştî rijandina ewqas xwîn, zehmet e careke din Sûriye yekperçe bimîne û heger heye bibe welatekî federalî ya konfederalî.