Metîn Altiok li Enqerê hat bibîranîn

Li paytexta Tirkiyê Enqerê helbestvan û nivîskar Metîn Altiok di 76. sersala rojbûna xwe de li Navenda Hûneran ya Nûjen ya Şaredariya Çankayayê ”ji aliyê hevkarên wî û rêhevalên wî bi helbest û stranan hat bîranîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2be71905-2d65-47e9-8c1b-7538334fbaae/MetinAltiokHatBiranin.ism/manifest

Vural Erîşmîş / Saît Ozmen

K24 - Enqere

Di sala 1993an de li bajarê Sêwazê otela Madimakê hat şewitandin. Di encama wê êrîşê de 33 rewşenbîran canê xwe ji dest da. Helbestvanê navdar Metîn Altiok jî di wê bûyerê de canê xwe ji dest dabû. Doh di rojbûna xwe de Altiok nehate jibîrkirin. Helbestvan û hiskiriyên wî ew bibîr anîn.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê helbestvan û nivîskar Metîn Altiok di 76. sersala rojbûna xwe de li Navenda Hûneran ya Nûjen ya Şaredariya Çankayayê ”ji aliyê hevkarên wî û rêhevalên wî bi helbest û stranan hat bîranîn. Gelek siyasetmedar û welatî beşdarî bîranîna Altiok bûn.

Bi boçuna rêhêvalê wî, Şukru Erbaş helbestên Metîn Altiok ji aliyê naverokê ve xitabî hemû serdaman dike û di heman demê de zelaliya helbestên wî ji aliyê hemû derdoran ve hatiye qebûlkirin: “Metîn Altiok, pirsgirêkên civakê yên bi nêrîna kesan û yên kesan jî bi nêrîna civakê li pêşberî çavê herkesî eşkere dike. Her çiqas em ne yê nifşê heman demê bin jî helbestên wî bandorake mezin li ser jiyana me dike.”

Keça rewşenbîr Behçet Aysan yê ku di Otela Madimakê de canê xwe ji dest dabû Eren Aysan jî derbarê Metîn Altıok de dîtin û ramanên xwe reve kir: "Metîn Altiok kesayetiyeke gelekî diltenik û mîrza bû. Ji zarokatiya xwe ve min ew nas dikir.  Min jê gelekî hez dikir. Wekî ku herkes dizane çarenûsa wî û ya bavê min wekî hev bû. Ji lewre ew jî li Otela Madimakê ya Sêwazê hatibû şewitandin."

Li gorî helbestvan Ahmet Tellî jî serdanpê hemû arîşeyên civakê û yên kesan di nava pirtûkên Metîn Altiok de cih digirt: "Dema ku yek helbesteke Metîn Altiok dixwîne teqez tiştekî  ji xwe di navê de dibîne. Loma dema ew behsa xwe dike di heman demê de qala me jî we jî dike. Berewajî navdariyê zimanê Altiok zimanekî birîndar bû. Her dilekî birîndar dikare xemgîniya xwe di nava helbestên wî de bibîne."

Helbestvanê navdar Metîn Altiok di her warê jiyanê de li beramberî astengiyan dima. Di bîranîna wî de jî ji aliyê malbat û rêhevalên wî ve serpêhatî û qedexeya li ser pirtûkên wî jî hatin bilêvkirin.