Li Berlînê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

Li Berlîna paytexta Elmanyayê di encama teqîna otomobîlekê de kesekî canê xwe ji dest da.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Berlîna paytexta Elmanyayê di encama teqîna otomobîlekê de kesekî canê xwe ji dest da.

Li Charlottenburg ku dikeve rojavayê Berlîna paytexta Berlînê, otomobîlek teqiya û di encam de hat ragihandin ku kesekî canê xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku polis li ser egera bombeyê radiweste.

Li gor Russia Today, otomobîla marka Volkswagen Passat li Bismarckstrasse teqiya. Hat ragihandin ku şofêrê otomobîlê berî ku ambulans bigihe cihê bûyerê cane xwe ji dest daye.

Di daxwiyaniya ku ji aliyê polîsan ve hat dayîn de wiha tê gotin: "Lêkolînerên me, di wê baweriyê de ne bombe bûye sedema teqîna otomobîlê." Polîsan herwiha çûn û hatina navçeyê jî qedexe kir.

Cîgirê Berdevkê Polîsên Berlînê Carsten Mueller derbarê bûyerê de ji Associated Pressê re axifî û got: "Teqîn vê sibê saet 8an çêbû. Nasnameya kesê ku canê xwe ji dest daye tê lêkolînkirin."