ENKS: Ragehandina herêma Bakurê Sûriyê bê wateye
K24-Qamişlo
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ragehand ku, ji ber ku heta niha rejîm li deverê bihêze ti wateya ragehandina herêma Bakurê Sûriyê ji aliyê TEV-DEM nîne.
Derbarê vê mijarê Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Riyad Ehmed ji K24ê re wiha got: "Destpêkê TEV-DEM behsa şoreşa Rojava dikir, piştî wê bi gelê Demokrat bakir, niha jî behsa fedraliya netewyî dike."
Berî niha Serkirdeyê TEV-DEM Ebdulselam Ehmed ji K24ê re wiha got: "Niha Sûriyê ber bi Herêmêm serbxwe û fedral ve diçe, Herêmêm me ji berê de aramin û hemû pêdiviyên jiyanê tê de hene, em amadene herêma Bakurê Sûriyê rabgehînin"
Endamê ENKSê Riyad Ehmed da zanîn ku, pêwîste fedralî li ser bingehê cografî were kirin, TEV-DEM kar ji bo vê yekê nekirye, diyar kir ku, ti wateya ragehandina herêma Bakurê Sûriyê ji aliyê TEV-DEM ve nîne.
Her yek ji ENKSê û TEV-DEM ê li ser sîstema fedralîzmê li Sûriyê nakokin.