Li Stanbolê bi gûmana bombeyekê pire hat girtin

Li Stanbolê ji ber gûmana bombeyekê, hatûçûn pira Bogazîçiyê ya Stenbolê xetimand.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stanbolê ji ber gûmana bombeyekê, hatûçûn pira Bogazîçiyê ya Stenbolê xetimand.

Îro danê êvarê li bajarê Stenbolê  li ser pira Bogazîçiyê otombîlek spî bi terikandî hate dîtin û hêzên ewlekariyê dest bi girtina bergiriyên ewlekariyê kirin.

demjimêr nêzikê 16:00an de pire ji veguhestinê re hate girtin û lêkolînên nav otombîlê heta 45 deqeyan berdewam kir.

Hat zanîn ku benzîna otombîlê nemaye û xwediyê wê jî bo kirîna benzîne wesaîta xwe terikandiye. Piştî lêkolînan otomobîl ji cihê bûyerê hate rakirin.

Bûyerên bi vî rengî piştî teqîna Enqereyê nav welatî û hêzên ewlekariyê de dibe sedema tirsê, gûman jî tê kirin ku teqînek rû bide.

Pêr li Kizilaya paytexta Tirkiyê Enqerê li rawestgeheke nêzikê GuvenParkê bi otombêleke bombekirî êrîşek hat kirin. Di encamê de 37 kesan canê xwe jidest da, 19ê wan bi giranî 125 kes birîndar bûn.