Amerîka hevkariya darayî bo Pêşmerge amade dike

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Barak Obama, hevkariya bilez bo Pêşmergeyên Kurdistanê amade kirine. Ev hevkariya darayî bo hêza Pêşmerge, piştî wê yekê hat, ku fermandarên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê derbarê krîza darayî hişyarî dan Koşka Spî. herwiha berî wê jî bo heman mebestê, çend şandên bilind yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Amerîkayê kirin û daxwaza hevkariyan kiribûn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5f44025b-56d9-4921-a015-a44ee87141ce/Amrica%20Hawkari%20Peshmerge.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Barak Obama, hevkariya bilez bo Pêşmergeyên Kurdistanê amade kirine. Ev hevkariya darayî bo hêza Pêşmerge, piştî wê yekê hat, ku fermandarên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê derbarê krîza darayî hişyarî dan Koşka Spî. herwiha berî wê jî bo heman mebestê, çend şandên bilind yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Amerîkayê kirin û daxwaza hevkariyan kiribûn.

Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê li Kurdistanê ji Obama re ragihandibûn ku, ji ber krîza darayî û karîgeriya xirab li ser hilmeta şerê li dijî DAIŞê nebe, divê bi çi zû mûçeya û pêwîstiyên Pêşmerge werin dabînkirin.

Herwiha, ew berpirsên leşkerî, aşkere kiribûn, daketina buhayên petrolê û lixwegirtina nêzîkî 2 milyon penaber û şerê DAIŞê, bandoreke xirab li aboriya Herêma Kurdistanê kiriye.

Rêveberiya Obama jî razemendiya xwe ya temam nîşan dabû bo hevkariya darayî bo Pêşmerge û dabînkirina mûçeyan, lê berpirsên Amerîkaya venaşêrin ku, ji ber nebûna welatekî serbixwe, Kurdistan nikare ji Banka Navdewletî qerz werbigire. Di heman demê de, gihandina alîkariyan bo di riya Baxdayê re zehmet e.

Herwiha perpirsekî bilind di Nivîsgeha Obama de aşkere kir, heger di vê krîza darayî de, hevkariya hêza Pêşmerge nebe, Pêşmerge dê nikaribe di proseya rizgarkirina Mûsilê de beşdar be.

Hevkariya Amerîkî bo Pêşmerge, ne tenê çek û teqemenî ye, lê vê care Koşka Spî dixwaze mûçeya Pêşmerge jî dabîn bike.

Li gor zanyariyên kesên nêzîk ji goftûgoyan, ku berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza 200 milyon dolar kirine, bo dabînkirina pêwîstiyên Pêşmerge.