3ê akademîsyon li Tirkiyê hatin girtin

Akademîsyenan, di danezanê de, kiryarên dewleta Tirkiyê yên ku, li bakurê Kurdistanê dikin şermezar kiribûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, 3 akademîsyenên ko danezana "Em nabin hevparê vê Sûcê" îmzekiribûn, hatin girtin.

Akademîsyen Esra Mungan, Muzafer Kaya û Kivanç Ersoy, ji ber îmzekirina danezana banga aştiyê, ji hêla Dadgeha Ceza ya Stenbolê ve hatin girtin.

Akademîsyenan, di danezanê de, kiryarên dewleta Tirkiyê yên ku, li bakurê Kurdistanê dikin şermezar kiribûn.

Serokomarê Tirkiyê, pêr di gotareke xwe de xwestibû, wateya peyva "terorîst" ji nûve bê nivîsandin û rojnamevan yan akademîsyen bin, kî bi nivîs û helwesta xwe piştevaniya armanca terorîstan bike, divê wek terorîst bê cezakirin.