Li Qamişlo rewş aloze

Bajarê Qamişlo, di navbera hêzên rejîma Sûriy û alîgirên wê û Rêveberiya Xweser dabeş kiriye.

 

K24-Qamişlo

Çarkoşeya Asayîşî ya rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo ji aliyê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve,hatiye dorpêçkirin, şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de berdewam e.

Li gor zanyariyên Peymnêrê K24ê li Qamişlo, bi sedema girtina çend welatiyan ji aliyê rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo Asayîşa Rojava çarkoşeya Asayîşî ya rejîma Sûriyê li wî bajarî dorpêç kir, di encamde şer û pevçûn derketin.

Li gor peyamnêrê K24ê her du alî dest bi girtina xelkê dikin, rewş heta niha jî aloze û şer berdewam e. aşkere kir ku, di dema aloziyan de, endamekî ser bi rejîma Sûriyê ve,ji tirsa Asayîşên Rojava derbasî ofîsa K24ê bû, lê asayîş ew di nav ofîsê de girtin.

Bajarê Qamişlo, di navbera hêzên rejîma Sûriy û alîgirên wê û Rêveberiya Xweser dabeş kiriye.