Bernameya Newroza Diyarbekirê diyar bû

Desteya Amadekariya Newrozê ragihand ku hemû partiyên Kurditanî hatine vexwendin û ji bo pîrozbahî bi ewlehî û li gor mebsta xwe birêve biçe 5 hezar kes ji bo ewlehiyê hatine rasipardin.

K24 - Diyarbekir

Bernameya Newroza ku 21ê Adarê dê li qada Newrozê ya Diyarbekirê bê kirin hat eşkere irin. Desteya Amadekariya Newrozê ragihand ku hemû partiyên Kurditanî hatine vexwendin û ji bo pîrozbahî bi ewlehî û li gor mebsta xwe birêve biçe 5 hezar kes ji bo ewlehiyê hatine rasipardin.

Li ser navê Desteya Amadekariya Newroza Diyarbekirê Hafîze Îpek da zanîn ku wan ji bo pîrozbahiyê serî li parêzgariya Diyarbekirê daye û li benda bersivê ne. Îpek diyar kir ku nûnerên Partiyên Başûrê Kurdistanê û partiyên Kurdistanî û demokrat ên li Tirkiyê jî bo Newrozê hatine vexwendin.

Herwiha got ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demirtaş, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak û hevsrokên rêxistinên din jî, dê gotarên xwe pêşkêş bikin û hunermend û komên muzîkê jî muzîka xwe pêşkêş bikin.

Şaredariya Mezin a Diyarbekirê jî ragihand ku dê bi 128 otobusan, ji 25 xalan xizmeta birin û anînê bikin. Li qada Newrozê jî, amadekarî tên kirin û kêmasiyên qadê ji bo roja pîrozbahiyê tên têkûz kirin.

Li gor bernameya giştî ya pîrozbahiyên Newrozê, pîrozbahî dê 17ê mehê li Çewlik, Elezîz, Erzîngan, Erzerûm, Qers, Mûş, Şirnex û hinek navçeyên din dê destpê bikira. Lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bernameyên Newrozê qedexe kiribûn û li Diyarbekirê jî dê detûr bê dayîn an na ne diyar e.

Newroza Diyarbekirê her sal bi beşdariya sedhezaran kes û ji herçar aliyên cihanê karmendên çapameniyê dihat pîroz kirin. Hafîze Îpek, beriya ragihandina bernameya Newrozê, şehîdên komkujiya Helebceyê bibîr anîn û da zanîn ku dê dawiya hemû zaliman wek Saddam be.