Caferî: Rasterast bi opozîsyonê re rûnanin

Serokê şandê hikûmeta Sûriyê dibêje, ew danûstandinên rasterast ligel teroristan nakin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şandê hikûmeta Sûriyê dibêje, ew danûstandinên rasterast ligel teroristan nakin

Serokê şandê hikûmeta Sûriyê Beşar Caferî di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, ew danûstandinên rasterast ligel opozîsyonê nakin, herwiha digel kesekî terrorist rûnanin, wek nîşanekê ji mezinê şanda opozîsyonê Mihemed Elûş.

Caferî got: “Em wek şanda Hikumeta Sûriyê,  ne şanazî ye ji bo me, ku em danûstandinan digel kesekî terorîs bikin, mezinê danûstandkarên şanda Sûidiyê terrorist e, êrîşî qunsilxaneyan kiriye, xwendekarên zanîngeha endeziyarî kuştine, gelek xelkên sivîl kuştine, em danûstandinên rasterast nakin, heta ev kesayetî derbarê daxuyaniya daye lêborînê bixweze, û daxuyaniya xwe vekşîne.”

Di 14ê vê mehê de danûstandinên Cenêv3 di gera xwe ya duyemîn derbarê kirîza Sûriyê û proseya aştiyê li wî welatî de destpê kir bûn.