Mislim: Pêwîst e Reqa berî Mûsilê bê girtin

Hevserokê PYDê dibêje, Pêwîst e berî Mûsilê, bajarê Reqayê bê girtin û girtina Reqayê armanca sereke ya me ye.

K24 – Silêmanî

Hevserokê PYDê dibêje, Pêwîst e berî Mûsilê, bajarê Reqayê bê girtin û girtina Reqayê armanca sereke ya me ye.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim beşdarî dîdara çaremîn ya Silêmaniyê bû û derbarê sînorên Sykes – Picot û girîngiya azadkirina bajarê Reqê de ragihand, Reqa wek paytexta DAIŞê li Sûriyê tê naskirin, gefa wê li deverên Cezîrê yê Rojavayê Kurdistanê çê bûye.

Salih Muslim amaje bi şerê li dijî DAIŞê û amadekariyên bo kontrolkirin her du bajarên giring ên di destê DAIŞê de, bajarên Mûsil û Reqayê kir û got: “Amadekarî bo kontrolkirina Reqayê hene û pêwîst e ev bajar ji destê DAIŞê bê derxistin. Çimkî DAIŞ ji wê navçeyê ve êrîşî deverên Rojavayê Kurdistanê pêk tîne.”

Muslim destnîşan kir, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di pêşdeçûnê de ye û ji ber hin hokarên : “Pêwîst e berî Mûsilê, bajarê Reqayî bê girtin û girtina Reqayê armanca sereke ya me ye.”