Rûsya: Em rêzê li vê prensîbê digirin

Balyozê Rûsyayê li Iraqê Êlîya Morgonov di daxuyanyeke taybet de ji bo K24 ê re, derbarê mijar ragihandina ferderalîzma li Rojavayê kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de ragihand ku, ew ne li dijî vê pêgavê ne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b7bf7b93-e661-4ba8-b7a9-716fec986334/Balyozi%20Rusia.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê  Rûsyayê li Iraqê Êlîya Morgonov di daxuyanyeke taybet de ji bo K24 ê re, derbarê mijar ragihandina ferderalîzma li Rojavayê kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de ragihand ku, ew ne li dijî vê pêgavê ne.

Morgonov got: “Em welatekî federalî ne, weke gelek welatên din. Em rêzê li vê prensîbê digirin. Ti ragirtinên me li ser vê yekê tune ye, çi heger hizra xwe ya siyasî be, yan fidaralîzmê di dariştina xwe de be, ji bo avakirina dewletê jî.”

Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê, îro li Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, sîstema federalîzmê bo Roja û Bakurê Sûriyê ragihand.