PAK: Qedexekirina Newrozê bêrêziya li gelê Kurd e

Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê li avahiya xwe ya bajarê Diyarbekirê daxauyand ku wan xwestiye li Êlihê û hin bajarên din yên li Bakurê Kurdistanê merasîmên pîrozbahiya Newrozê lidar bixin, Lê Parêzgariya wî bajarî û li gel jî hemû bernameyên din yên pîroz kirina newrozê hatine qedexe kirin.

K24 – Diyarbekir

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk dazanîn ku newroz cejna gelê Kurd e û qedexe kirina newrozê jî bêrêziya li dijî Kurda ye.

Mistefa Ozçelîk dazanîn ku, bi qedexeyên Newrozê mafên xwepêşandan, rêxistinbûn û azadiya ramanê jî hatiye asteng kirin û ev astngî jî ji tirsa hêza gel pêk tê. Ozçelîk diyar kir ku disa jî ewê agirên Newrozê geş bikin û ala rengîn li qada bihêjînin.