De Mistura :Babeta berdana girtiyan hate gotûbêj kirin

Di 14ê vê mehê de civînên gera duyem a danûstandinên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê li Sûriyê destpê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragehand ku, pêwîste Hikûmeta Sûriyê kavên pihtir di qonaxa veguheztinê de bavêje, da zanîn ku, babeta berdana girtiyan hate gotûbêj kirin.

Derbarê qonaxa veguheztinê de, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura piştî civîna xwe ligel herdû aliyên danûstandina wiha got:"Pêwîste Hikûmeta Sûriyê ne tenê behsa piransîbên aştiyê li Sûriyê de bike, divê kavên bihtir û baş di qonaxa veguheztinê de bavîje."

De Mistura da zanîn ku, wan pilana heftiya bê pêşkêşî her du aliyên danûstandinan kir, daku bi awayekî baştir serderiyê li qonaxa piştî şer were kirin.Herwiha babeta berdana girtiyan jî hate gotûbêj kirin.

Di 14ê vê mehê de civînên gera duyem a danûstandinên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê li Sûriyê destpê kirin.