Li Tirkiyê penaberên Suriyê mafê hevwelatîbûnê werdigrin

Li Tirkiyê 2 Mîlyon û 720 Hezar penaber hene, di çarçoveya peymana Yekitiya Ewropayê û Tirkiyê de dibe ko mîlyonek din jî penaber vegerin Tirkiyeyê û ev rêje bigihije 4 mîlyonan.

K24-Navenda Nûçeyan 

Dewleta Tirkiyeyê mafê hevwelatîbûnê dide penaberên Suriyeyê.

Penaberên Suriyê cara di 29ê Nîsanê sala 2011an de dev ji cih û warên xwe berdan û berê xwe dane sînorên Tirkiyê. Piştî meheke din penaber dê 5 salên xwe yên li Tirkiyê temam bikin.

Li gor yasayan penaberên ko ji 5 salan zêdetir e li Tirkiyê jiyabin dikarin daxwaza hevwelatîbûnê ji Komara Tirkiyê bikin. Ger penaber mafê hevwelatîbûnê werbigrin dê bikaribin di hilbijartinan de deng jî bikarbînin. Ji ber vê yekê Partiya Gel a Komarê nîgeran e. Li gor wan hikûmeta AK-Partiyê bi vê hewldanê hesabên siyasî dike û dixwaze bo xwe girseyek hilbijêr ava bike.

Li Tirkiyê 2 Mîlyon û 720 Hezar penaber hene, di çarçoveya peymana Yekitiya Ewropayê û Tirkiyê de dibe ko mîlyonek din jî penaber vegerin Tirkiyeyê û ev rêje bigihije 4 mîlyonan.