KNK: Em ne digel perçebûna xaka Sûriyê ne
K24 – Mosko
Endamekî Kongreya Netewî ya Kurd (KNK) dibêje, hatina Rûsyayê bo Sûriyê, gaveke mezin bû bo yekîtiya di navbera gelên Kurd, Ereb û rêjîma Esed.
Endamê Kongreya Netewî ya Kurd Cemal Şemoyan derbarê ferderalîzma ku hatiye ragihandin, ji K24ê re ragihand ku, hatina Rûsyayê bo Sûriyê jî gaveke mezin bû bo yekîtiya di navbera gelên Kurd, Ereb û rêjîma Esed, Sûriye jî bê federalîzm nabe.
Şemoyan di wê baweriyê de ye, ku Rûsya ji Sûriyê daxwaz kiriye, ku Kurdan mafên xwe bistînin. Herwiha Şemoyan tekez kir ku, ew ne digel perçebûna xaka Sûriyê ne.
Roja 17 Adarê li bajarokê Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser digel hevalbendên xwe, sîstemê Federalîzma Demokratîk ji bo Rojava û Bakurê Sûriyê raghand.