Rejîma Sûriyê daxwaza paşxistina civînan dike

Biryare di 13ê meha bê de, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin encamdan.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El- Caferî daxwaz ji Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura kir ku, gera sêyem a danûstndina were paşxistin.

Derbarê vê mijarê de, Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El- Caferî di kongreyekî rojnamevanî li Cenêvê wiha got: "Me daxwaz ji Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura kirye ku, civînên gera siyem a danûstandinan ji ber ku, dikevin dema helbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin paşxistin."

El-Caferî da zanîn ku, hevdîtinên rû birû di navbera wan û şanda opozîsyonê de nayên pêkanîn, aşkere kir ku, wan nerîna xwe ya siyasî radestî De Mistura kirine.

Biryare di 13ê meha bê de, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin encamdan.