Tirkiye û Yekitiya Ewropayê piştî demeke dirêj lihev kirin

Tirkiye û Yekitiya Ewropayê ji sala 1959an heta niha di nava têkiliyan de ne
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/53a9f009-c477-4a91-95bd-415878421064/YETirkiye-Ankara.ism/manifest

K24-Enqerê

Dihefteya borî de li Brûkselê herdu aliyan li ser 9 xalan rêkeftinek pêk anî. 9 xalên ku hatin diyar kirin bi taybet wê bibin çareseriya penaberan û herwiha rêya pêşde çûna têkiliyênTirkiyê û Yekitiya Ewropayê vedibe.

Bingeha peymannameya ku diheftaya borî de li Brukselê pêk hat, di 18ê Cotmeha 2015ê bi serdana Şewirmenda Elmanyayê Angela Merkel ya boTirkiyê hatibû danîn. Merkel di serdana xwe de digel Serokkomar û SerokwezîrêTirkiyê civiyabû û herwiha di 5mehên dawî de jî hatûçû ya di navbera herdu aliyan de berdewam kir.

Herî dawî di 18ê Adarê de li ser 9 xalan rêkeftinek pêk hat ku, serdemek nû de destpê kirin.

Derbarê vê mijarê Şirovekar Oytum Orhan ji K24ê re wiha got:"Tirkiyê di demên dawî de bere xwe zêde dabû RojhilataNavîn. Bitêkiliyên digel Yekitiya Ewropayê, Tirkiye wê hêsantir vegere aramiyê. Heta belkî ev yek bandore li ser Suriyê jî bike. Ewropa, li herêmê rasretast xwedî hêz nîn e lê dikare bi Amrîkayê nêzîkbûneke digel Tirkiyê dabîn bike".

Di peymannameyê de xala ku, vegerîna penaberên ji Ewropayê boTirkiyê dihewîne yek ji mijara nîqaşane. Gelek aliyên siyasî li dijî vê yekê derdikevin û ji ber wê xalê hikûmet bizimanekî tûnd tê rexne kirin.Akademîsyen Murat Erdogan dibêje ji ber ku xal, bitêra xwe zelal nîn e, şaş tê fêhm kirin. Di çarçoveya peymannameyê de vegerîn tuneye bi tenê yên niha li Tirkiyêne û dixwazin biçin dê li Tirkiyê bimînin û bi vê yekê pêşiya zêdebûna hejmara penaberên Ewropayê tê girtin.

Derbarê vê mijarê Akademîsyen Murat Erdogan wiha ji K24ê re wiha got:"Berê, têkiliyênEwropa û Tirkiyêli ser demokrasî û Hiquqê dihatin sazkirin lê niha rewş guheriye, helwesta Yekitiya Ewropayê guherî. Ketin mijarê bazirganiyê,Elmanya bixwe dest çûya milyonek penaberên ku, li Elmanyayê wek 30 milyar Euro destnîşan dike lê liTirkiyê 3 milyon penaber hene,şertên hatin diyar kirin jî li holê ne."

Tirkiye û Yekitiya Ewropayê ji sala 1959an heta niha di nava têkiliyan de ne. Tirkiye bi salane hewlên beşdarbûna di Yekitiya Ewropayê de didomîne. Nêzî 6 salin danûstandinên wê yekê rawestiyabûn. Bi krîza penaberan her du alî piştî demeke dirêj hatin ba hev û bivê yeke peywendiyan wan dîsa baş bû.