Polîsan êrîş li pîrozbahiya Newroza Zanîngeha Kocaelî kir

Li Tirkiyê, polîsan êrîş li pîrozbahiya Newroza Zanîngeha Kocaelî ya kir. 10 xwendekar hatin binçavkirin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e2923c73-1120-4453-9e06-616ac275652d/turkye.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li Tirkiyê, polîsan êrîş li pîrozbahiya Newroza Zanîngeha Kocaelî ya kir. 10 xwendekar hatin binçavkirin

Bi dehan xwendekarên Zanîngeha Kocaleliyê bi armanca pîrozkirina cejna Newrozê li wargeha zanîngehê hatin ba hev. Lê, hêzên ewlehiyê bi hinceta ku çalakiya pîrozbahiyê neyasayî ye, destûr nedan û xwestin xwendekar belav bibin.

Lê xwendekaran, piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Hêzên ewlehiya taybet û polîsan xwestin xwendekaran ji cihê bûyerê bi mertalan dûr bixin.

Xwendekaran jî ber xwe dan û dirûşm berz kirin. Piştre jî polîsên ku wek "Hêzên Çalak" tên binavkirin û taybet bo xwepêşandanan hatine perwerdekirin, êriş li xwendekaran kirin.

Di encamê de, xwendekarên ku xwestin pîrozbahiya cejna Newrozê bikin hatin belavkirin û 3 jin jî di nav de, bi giştî 10 xwendekar hatin binçavkirin.