Rûsya: Hêzên me şervanên Kurd li Sûriyê perwerde kirin

Fermandarê hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê Aleksandr Dvornikov ragihand ku pisporên wan ên leşkerî perwerde dane hêzên kurdî.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Fermandarê hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê Aleksandr Dvornikov ragihand ku pisporên wan ên leşkerî perwerde dane hêzên kurdî.

Fermandarê hêzên Rûsyayê Aleksandr Dvornikov di hevdîtinekê ligel “Rossiyskaya Gazeta” ragihand ku, ku pisporên wan yên şervanên Kurd û rêxistinên din yên welatperwer perwerde kirine.

Dvornikov diyar kir ku sedema serkeftinên Sûriyê jî, bi xêra piştgiriya ezmanî ya hêzên Rûsyayê bû û wiha berdewam kir: "Ji bo em hêza artêşa Sûriyê xurt bikin, me çek û navgînên pêwendiyê yên nû şandin".

Putîn roja 15 Adarê, dest bi vekşandina hêza xwe ji Sûriyê dike, da zanîn ku sedema vekşandina wan ewe ku, Artêşa Rûsyayê armancên xwe li wî welatî bicihkirin.

Rûsyayê di 30ê Îlona 2015an de dest bi oporasyonên xwe li Sûriyê kirbû, di wî şerî de jî piştevaniya rejîma Sûriyê dikir.