Wênegirên Kurd bi wêneyan êşên xwe nemayiş dikin

K24 – Qamişlo
Bi beşdariya hejmarek ji wênegirên Rojavayê Kurdistanê û di bin navê “Axîn” de pêşengeheke wêneyên fotografî li bajarê Qamişlo hate nemayişkirin.
Pêşengeheke fotografî di bin navê “Axîn” de ji aliyê rêxistina Qamişlo ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPK-S) ve û bi beşdariya hejmarek ji xelkên deverê û xemxwarên hunerê hate lidarxistin, ku di heyama sê rojan de wêneyên curbecur hatin nemayiş kirin.
Endamê Komîta Rêvebir ya Rêxistina Qamişlo ya PDPK-Sê Xalid Berekat ji K24ê re li ser vê çalakiyê got: “Mebesta me ji vê pêşengehê ew bû ku em nameyekê bighînin ku em jiyana xwe berdewam dikin û çiqasî zehmetî hebin li herçar parçeyên kurdistanê, em ti carî êşên xwe jibîr nakin û emê roniyê bidin vê êşê daku em karibin serkeftinên mezin bi ser bixin.
Di pêşengehê de 50 wêneyên rengereng ji aliyê 8 wênegiran ve, ligel hindek wêneyên balkêş û watedar ji êş û azarên miletê kurd, li herçar parçeyên kurdistanê pêşkêşî beşdaran bûn.
wênegir Mihemed Hesê jî ji K24ê re axivî û got: “Ez bi 9 wêneyan beşdarî vê pêşengehê bûme, wêneyên min bêtirê wan zarok in, min dixwest di riya van wêneyan de êşa zarokan ji xelkê re bidim xuyanîkirin.
Endama PDPK-Sê Mîdiya Iko jî got: “Bêtirê van wêneyan zarok in, xurtbûn di sekna wan de û di nerînên wan de tê xuyanîkirin, bi taybetî jina Kurd ku çiqasî bindestî û zor û zehmetî di jiyana wê de heye, lê ewqasî xurte jî.”
Berpirsên pêşengehê dibêjin ku di pêşerojê de, ewê van tabloyên ku naveroka piraniya wan astengiyên gelê Kurd diyar dike, li hindek bajarên Rojavayê Kurdistanê mîna Dêrik, Girkê Legê û Hesekê jî nemayiş bikin .
