Li Tirkiyê bo şerê li Sûriyê panêl

Li aliyê din ji bo paşeroja Sûriyê li Cînevê hevdîtin pêkhatin û li gorî encama van hevdîtinan li Sûriyê, wê hikûmeteke demkî bê damezrandin û di demek zû de wê hilbijartinek bê organize kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d83fc7d2-28c4-442b-a014-90bfe41062fd/Suriye-Ankara.ism/manifest

K24-Enqerê

Şerê naxweyî yê Sûriye di Adara 2011an de dest pê ki, li ser vî şerî 5 sal derbasbû. Lê şer hêjî berdewam dike, heta bi tevlibûna welatên mezin carcaran wekî şerî cîhanê yê 3ê hat nirxandin.

Li paytextaTirkiyê Enqerê derbarê vî şerê liSûriyê ku kete sala xwe ya 5an, panalek hat li darxistin.

Di vê panela ku li ser şerê navxwe yê Sûriyê hate li darxistin de,li ser dîrokê û qeyrana heyî hate rawestandin û behsa DAIŞê, El-Kaîdeyê, hêzên navneteweyî û penaberan hate kirin.

Pisporê RojhilataNavîn Muhîttîn Ataman diyar kir ku şerê liSûriyê rê liber 3 qeyranên gelekî giring vekirye.

Derbarê vê mijarê Pisporê RojhilataNavîn Muhîttîn Ataman wiha ji K24ê re got:"QeyranaSûriyê, himqeyranekneteweyî ye himjîqeyranekherêmî ye kuaktorênherêmênRojhilataNavîntevlîbûne û herwihajiberpenaberan ev qeyran, qeyranekenavneteweyî ye."

Li gorî hin welatiyên Sûriyê, ew qeyran nîn e. Ev serhildaneke û şoreşek e. Ji ber ku malbata Esad gelek zilm li welatiyên Sûriyê kiriye û welatiyên Sûriyê jî li dijî wî dest bi şoreşê kiriye.

Rojnamager Hadî Abdullah balkişand ser giringiya şoreşê û zilmên malbata Esad.

Derbarê vê babetê de jî Rojnamager Hadî Abdullah ji K24ê wiha axifî:"Gel têne azadî xwest. Lê belê Esed bi bombeyên fosforê zarok, jin, pîr kuştin û ew kiryara kuştinê hê jî berdewam dike. Rûsya û PKKê alîkariya Esad dikin. Rûsya bi hinceta DAIŞê hat, lê belê mirov kuştin. Bo mînak li Îdlîbê DAIŞ tune ye, lê Rûsyayê ev der bombebaran kir."

Li aliyê din Halîd Hoca, ragihandina fedaralîzmê rexne kir û balkişand ser Cînêvê.

"Rûsya di Cînevê de daxwazên xwe wekî xwestinên raya giştî nişan dide. Rûsya dixwaze Sûriyê parçe bike. Ji ber ku, fêm kir nikareSûriyê wekî parçekî kontrol bike. Lê belê welatiyên Sûriyê destûr nade vê yekê. Herwiha welatî çi bixwazin dive wê yekê bikin.Divê hev dîtinên Cinêvê jî berdewam bikin."

Piştî ku şer dest pê kir û rojbirojev şer geştirbû, welatiyên Sûriyê koçî welatên din kir. Li gorî pisporan ji ber vê koçê qeyraneke navneteweyî peyda bûye.

Li aliyê din ji bo paşeroja Sûriyê li Cînevê hevdîtin pêkhatin û li gorî encama van hevdîtinan li Sûriyê, wê hikûmeteke demkî bê damezrandin û di demek zû de wê hilbijartinek bê organize kirin.