Polîs û leşkeran destêwerdana meşa ji bo Geverê kirin

Li Geverê qedexeya derketina kolanan roja xwe ya 13an de berdewam dike. Ji Colemêrg û Wanê welatiyên ku ji bo qedexeya li ser Geverê rabe xwestin bikevin bajaroka Geverê, rastî destêwerdana polîs û leşkeran hatin.

K24 –  Colemêrg

Welatiyên ku ji Colemêrgê ketin rê ya ku di nav de Hevseroka Kongreya Civata Demokratîk (KCD) Selma Irmak û Hevserokê Şaredariya Bajarokê Çelê Servet Tunç jî cih digirtin ligel 20 wesayitan xwestin biçin Geverê. Lê belê kom li noqteya polîsan hate rawestandin. Li vê noqtê ji bo ewlehiyê legerîn hate kirin. Piştî lêgerînê polîsan destûr neda komê ku bikevin Geverê.

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak li ser vê kirina polîsan daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Irmak diyar kir ku hemû taxên Geverê tên topbarankirin, avahî û kargeh tên hilweşandin.

Irmak di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji bilî vê yekê welatî li jêrzemînan, bi mirinê re rûbirû ne. Rewşeke bi vî rengî li Nisêbîn û Şirnaxê jî tê jîyandin. Divê demildest ev dorpêçkirin û qedexeyên li ser wan bajar û bajarokan bêne rakirin.