Rewşebîr gotinên veqetandina Kurdan ji Tirkiyê bêbingeh dinirxînin

Endamê Komîteya Rêvebir yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)-ê Murat Karayilan, beriya çend rojekê di hevpeyvîneke li gel televîzyoneke nêzîkî PKK-ê de got; "Heger Tirkiyê li ser dijminatiya Kurdan israr bike dê Kurd ji Tirkiyê veqetin." Rewşenbîrên Bakurî gotinên Karayilan bê bingeh dinirxînin û dibêjin; stratejiya KCK, PKK û HDP-ê li dijî veqetandina Kurdan ji Tirkiyê ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3ed66d3b-f034-45d7-a69e-391ea7331d85/RewsenbirenBakurGotinenMuratKarayilanSamimiNabinin.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Endamê Komîteya Rêvebir yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)-ê Murat Karayilan, beriya çend rojekê di hevpeyvîneke li gel televîzyoneke nêzîkî PKK-ê de got; "Heger Tirkiyê li ser dijminatiya Kurdan israr bike dê Kurd ji Tirkiyê veqetin." Rewşenbîrên Bakurî gotinên Karayilan bê bingeh dinirxînin û dibêjin;  stratejiya KCK, PKK û HDP-ê li dijî veqetandina Kurdan ji Tirkiyê ye.

Rêvebirê PKK'ê Murat Karayilan, di axaftina xwe de dibêje, heger ku mercên guftûgoyan pêk werin ew hazir in dîsa vegerin ser mêze; lê belê heger merc pêk neyên dê Kurd ji Tirkiyê veqetin. Hiqûqnas û çavdêrê siyasî Fahrî Karakoyunlu, gotinên Karayilan bêwate dinirxîne û dibêje; "Gotin û kirinên KCK û HDP-ê li dijî netewbûnê ne û bi stratejiyeke wiha jî veqetandin pêk nayê. Tenê dixwazin di vê pêvajoyê de destê xwe xurt bikin."

Hiqûqnas û Çavdêrê Siyasî Fahrî Karakoyunlu dibêje: "Dema ku mirov li projeya KCK-ê dinêre, li daxwiyaniyên wan dinêre,  li kar û xebat û têkoşîna wan dinêre, mirov dibîne ku ew li dijî dewletbûnê ne. Ew li dijî federasyonê ne û li dijî cûdaxwaziyê ne. Heta cûdaxwaz an rexne dikin."

Derdorê 10 mehan e ku li bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Yekineyên Parastina Sivîlan (YPS)-ê de şereke giran heye. Ji ber vî şerî weke salên 90-an dîsa bi hezaran malbat koçî bajarên Rojavayê Tirkiyê kirin.

Mamosteyê Beşa Zanîstên Siyasî yê Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê Huseyîn Şeyhanlioglu, balê dikşîne ser vê rewşê û dibêje, ne mimkûn e ku Kurdên li Rojavayê Tirkiyê veqetin û sebebê vê yekê jî wiha tîne ziman: "Li Tirkiyê kêmzêde 20 milyon Kurd hene, hema bêje nîva Kurdan li herêmên Rojavayê Tirkiyê dijîn. Bajarê Kurdan yê di dinyayê de herî mezin Stenbol e. Derdora 5 milyon zewacên Kurd û Tirkan hene. Çanda Kurd û Tirkan yek e. Dîn, ehlaq, û dîroka wan yek e. Nêzîkî hezar salan e bi hev re dijîn, ji ber wê yekê ji hevdu venaqetin."

Yek ji aktorên siyasî yên bihêz Partiya Demokratîk ya Gelan HDP xwe weke partiyeke Tirkiyê dibîne û Tirkiyeyîbûyînê jî diparêze. HDP-ê di Newroza îsal de careke din gazî hikûmetê kir ku vegera ser mêzeyê çareseriyê. Çavdêrên siyasî dibêjin gelo heger hikûmet venegere ser mêze dê HDP jî weke Karayilan behsa veqetandina Kurdan ji Tirkiyê bike yan na?