Opozîsyona Sûriyê: Bingehek ji danûstandinan re çê bû

Opozîsyona Sûriyê derbarê belgenameya De Mistura de dibêje, niha bingeha sereke ji danûstandinên aştiyê re bo gera sêyemîn ya Cenêvê hate danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê derbarê belgenameya De Mistura de dibêje, niha bingeha sereke ji danûstandinên aştiyê re bo gera sêyemîn ya Cenêvê hate danîn.

Endama şanda opozîsyona Sûriyê Besma Qidêmatî, piştî bidawîbûna gera duyamîn ya danûstandinên aştiyê li Cenêvê ragihand, niha bingeha sereke ya danûstandinan bog era sêyemîn hate danîn.

Qidêmatî got jî: “De Mistura belgenameyeke girîng daneye, ku xalên hevpar di navbera hemû aliyan de tê de heye.”

Nûnerê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura xalên belgenameyêk bo çareserkirina krîza Sûriyê dana, tê çaverêkirin ku hikûmeta Sûriyê û opozîsyona wî welatî di gera sêyemîn ya danûstandinên aştiyê de li Cenêvê li ser erê bikin.

Îro roja dawî  ji ger duyema ya danûstandinan bû,  biryar e jî gera sêyemîn piştî du hefteyên dest pê bike.