Nîvîskarê Kurd Mehmet Saît Temel pirtûkeke nû derxist

Li Bakurê Kurdistanê berê gelek kêm kesan pirtûkên kurdî dinivîsîn. Lê belê hejmara nîvîskarên kurd û pirtukên kurdî her ku diçe zêde dibe. Yek ji wan nivîsakarên ku bi kurdî pirtûkên xwe dinivîse nivîskarê Êlîhê Mehmet Saît Temel e. Mehmet Saît pirtûka xwe ya 3. ya ku bi kurdî nivîsandiye çap kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b749cf16-8316-4d68-a9d2-9c42d134e9e6/NiviskareKurdPirtukekNuDerxist.ism/manifest

K24 - Êlih

Li Bakurê Kurdistanê berê gelek kêm kesan pirtûkên kurdî dinivîsîn. Lê belê hejmara nîvîskarên kurd û pirtukên kurdî her ku diçe zêde dibe. Yek ji wan nivîsakarên ku bi kurdî pirtûkên xwe dinivîse nivîskarê Êlîhê Mehmet Saît Temel e. Mehmet Saît pirtûka xwe ya 3. ya ku bi kurdî nivîsandiye çap kir.

Nivîskarê kurd yê Êlihê Mehmet Saît Temel heta niha du pirtûkên bi Kurdî nîvîsandibûn.  Navê wan jî “Reşokê Dirêj”  û “Tehtên Bilind” e. Nivîskarê kurd niha pirtûka xwe ya 3emîn ya bi navê “Eşîreta Reşkota” çap kir. Çîroka pirtûkê li ser eşîreke bajarê êlihê ye. Nivîskar di vê pirtûka xwe ya sêyemîn de li ser jiyan û dîroka vê eşîrê rawestiya ye.

Pirtûka yekemîn ya Nîvîskar Mehmet Saît Temel di sala 2013an de hatiye çapkirin û di vê pirtûkê de, cih daye çîrokên efsanewî yên herêma Êlihê. Mijara pirtûka dûyemîn jî derbarê penaberiya mirovên serxet û binxetê ye.

Nivîskarê kurd naveroka çîroka pirtûka xwe ya 3emîn ji Kurdistan24ê re vegot: “Eşîra Reşkota eşîra herêma Êlihê ye. Eşîreke berfirehe e. Ji heft bavikan pêk tê, gelekî tê naskirin. Gelek serpêhatiyên wan yên çandî û kultirî hene. Di navbera wan û eşîrên derdorê û dewletê de gelek bûyerên mezin qewimîne. Îro ev bûyer bune mijara dengbêjan. Ji kilama “Bevê Feqyo” heta kilama “Filîtê Quto” li ser Eşîreta Reşkota hatine gotin. Loma min li ser vê eşîretê lêkolîneke mezin kir.”

Welatîyê bi navê Abdulbakî Okan amaje bi wê yekê dike ku her sê pirtûkên nivîskar xwendine û wan pirtûkan bandorek mezin li ser wî hiştiye. Welatî dibêje dema ku wî pirtûka “Tehtê Bilind” xwendiye kelecanî bûye û giriya ye.

Herwiha got jî: “Ez wan her sê pirtûkan pêşniyarî gelê me dikim. Him ji bo alîkariya aboriya nivîskarê me, him jî ji bo ku em xwendewaniya xwe hê pêşdetir ve bibin, da ku di pêşerojê de xwendina me ya bi kurdî baştir bibe. Ez wan her sê pirtûkan gelek pêşniyar dikim.”

Li aliyê din nîvîskar Mehmet Saît diyar kir ku xebatên wî yên cuda cuda hene. Bala nivîskar li ser çîroka mîrîtiya kurdên ku li bajaroka Ferqînê dijîn ku ya bi ser Diyarbekirê ve ye. Ew dixwaze ku di pirtûka xwe ya 4emîn de li ser heyema kurdên Mîrîtiya Merwaniyan raweste.