Serkirdeyê DAIŞê yê duyemîn hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka radigihîne, serkirdeyê DAIŞê yê duyemîn bi navê Ebdilrehman Mistefa el-Kadolî li Sûriyê hat kuştin.
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton karter di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, serkirdeyê DAIŞê yê duyemîn bi navê Ebdilrehman Mistefa el-Kadolî li Sûriyê di êrîşekê de hat kuştin.
Herwiha Karter ragihand jî, kuştina serkirdeyê DAIŞê yê duyemîn, dê bandoreke mezin li rewşa meydanî ya DAIŞê bike, ku niha DAIŞê Ewropa ji xwe re kiriye armanc.
Ji aliyê xwe ve, Sererkanê Artêşa Amerîkayê ya Hevbeş General Joseph Dunford di daxuayniyekê de jî ragihand, mehên bê hêzeke zêdetir ya Artêşa Amerîkayê li Mûsilê belav dike, bo ligel Artêşa Iraqê beşdarî proseya rizgarkirina Mûsilê bibe.