Bangawaziya xwedîderketina li Çemê Minzûrê

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hevşaredarên bajêr û bajarokan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî bi daxuyaniyekê li dijî çêkirina bendav û santralên hidroelektrik yên li ser Çemê Minzûrê nerazîbûn nîşan dan.

K24 – Dêrsim

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hevşaredarên bajêr û bajarokan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî bi daxuyaniyekê li dijî çêkirina bendav û santralên hidroelektrik yên li ser Çemê Minzurê nerazîbûn nîşan dan.

Di daxuyaniya ji aliyê Hevşaredara Dêrsîmê Nurhayat Altun ve hate xwendin de tê xwestin ku şandeyeke ji akademisyenan ve pêk tê derbarê ajal û nebatên endemîk yên li newala Minzûrê lêkolîneke zanistî bike.

Di daxuyaniyê de wiha behsa wan ajal û nebatên li Minzûrê hate kirin; Hezar û 518 cûre, nebat û ajalên endemîk li derdora newala Minzurê dijîn. Di nava wan ajalên endemîk de Masiyê Birdobelek yê Çemê Minzûrê, Pezkoviya Şax Çengel, Pezkoviya Bezuar û Kewa Bigirêk heye.

Herwiha hate destnîşankirin ku bi projeya Wezareta Hawirdor û Daristaniyê ya bo çêkirina çar bendavên li ser Çemê Minzûrê dê gelek gund û mezrik di bin avê de  bimînin û daxwaz ji rayedarên dewletê hate kirin ku çêkirina wan bendavan betal bike.