“Kesên mîna Zuibî nikarin nûnertiya şoreşa Sûriyê bikin”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Desteya Bilind ya Danûstandinê dike, ku Serokê şanda opozîsyonê ya danûstandinên Cenêvê Es'ed Zuibî ji posta xwe bê dûrxistin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Desteya Bilind ya Danûstandinê dike, ku Serokê şanda opozîsyonê ya danûstandinên Cenêvê Es'ed Zuibî ji posta xwe bê dûrxistin.

Endamê ENKSê di Desteya Siyasî yê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Hewas Ekîd ji bultena “Êvarname” re ragihand, Nûnertiya ENKSê di nava Îtîlafê de, roja 24 Adarê vîdyoya Zuibî pêşkêşî Desteya Siyasî kir û daxwaz kir ku Zuibî ji posta xwe bê dûrxistin, ew daxwaz jî ji Desteya Bilind ya Danûstandinê re hate hildan.

Berî nêzîkî salekê, Zuibî di hevdîtinekê di radyoke Erebî de, bi tundî rexne li Kurdan kir û bi sivikî gotibû ku rêjeya Kurdên Sûriyê ji sedî yek in û gotinên ne baş li ser Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê kiribû.

Herwiha Zuibî gotibû, di serdema Serokê yê Sûriyê Hafiz Esed de, Kurdan daxwaza belgeyekê dikirin ku wek “Mirov” bêne jimartin, lê niha li ser xwîna gelê Sûriyê dixwazin dewletekê ava bikin, bo bibin mirov.

Herwiha Ekîd diyar kir, di rojên bê de civînek opozîsyonê li Riyadê birêve diçe, Îtîlaf jî yek ji 4 beşên wê opozîsyonê ye, dê bi hemû karînên xwe beravaniyê di ber pêşniyara ENKSê de bike.

Ekîd derbarê ku ew daxuyaniya Zuibî ji nêzîkî salekê de hatiye ragihandin çima ENKSê heta niha dereng ma ye de, got jî: “Bi dehan keseyatiyên şovînîst wek Zuibî daxuyaniyên wiha li dijî gelê Kurd dane, hene. Ew kes jî ne di cihên berpirsyar de ne heta ku li ber wan bêne sekinandin, lê niha Zuibî Serokê şanda opozîsyonê ye, nabe jî Serokê şanda opozîsyonê ya ku nûnertiya şoreşa Sûriyê armancên wê şoreşê bike.”

Ekîd derbarê dê derfet hebe ku Zuibî ji posta xwe bê dûrxistin de, got: “Derfeta dûrxistina Zuibî biqasî şaşîtiya Zuibî ye, ew kesê ku berevaniyê di ber Zuibî di bike, dê ji Zuibî xirabtir be. ”