Mislim: Ragehandina fedraliya Rojava ne karvedaneke

Di 17ê vê mehê de, Rêveberiya Xweser û alîgirên wê sîstema fedraliyê li Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD)Salih Mislim ragehand ku, ragehandina wan ji fedraliya Rojava re ne karvedanek bû li ser nebeşdarbûna wan di Cenêv3ê de.

Derbarê fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD)Salih Mislim ji rojnameya "Ileri haber"re daxuyanek belav kir tê de tekez kir ku, ragehandina wan ji sîstema Yekgirtina fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ne karvedaneke li ser nebeşdarbûna wan di danûstandinên proseya aştiyê li Sûriyê de.

Mislim da zanîn ku, sîstema kantonan dê berdewam be, herwiha kar li ser sîstema fedralîzmê dikin.

Derbarê helwesta Amerîka û rejîma Sûriyê li ser ragehandina wê sîstemê Mislim diyar kir ku, biryar ne di destê wan her du welatan de ye, aşkere kir ku, biryar di destê miletê Sûriyê de ye.

Di 17ê vê mehê de, Rêveberiya Xweser û alîgirên wê sîstema fedraliyê li Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandin.