Aliyên Başûrê Kurdistanê helwestên xwe bo bexdayê aşkere dikin

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê radugihînin, tenê serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikarin berbijêrên xwe bo postên li Bexdayê diyar bikin.

K24 - Hewlêr

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê radugihînin, tenê serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikarin berbijêrên xwe bo postên li Bexdayê diyar bikin.

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Îslamî di daxuyaniyekê de derbarê guhartina hikûmeta Bexdayê de li Silêmaniyê civiyan û piştre di daxuyaniyekê ragihandin, tenê serkirdeyên siyasî yê Herêma Kurdistanê dikarin berbijêrên xwe bo postên hikûmeta nû diyar bikin.

Aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê ragihandin jî, her qerzek ji aliyê Banka Navdewletî û welatên dost bo Iraqê bidin, divê ji sedî 17 ji wê qerzê para Herêma Kurdistanê be.

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên hikûmeta Iraqê dikin jî, di Parlementoyê de hemû pirsgirêk were çareserkirin û dawî li hikûmê tek aliyê bînin.

Îro, alîyên sîyasî yên Başûra Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bo gêngeşekirinê li ser guhertinên dawîyê yên hikumeta teknukrat a Îraqê civiyan, ku biryar e Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî encam bide.