Baroya Diyarbekirê ji ber "Îstîmlaqkirinê" li Serokwezîrtiyê doz vekir

Baroya Diyarbekirê ji ber biryara ‘îstîmlakirina bilez’ ya navçeya Sûrê li dijî Serokwezîrtî û Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyê doz vekir. Baro dibêje, mafê mulkiyeta xelkê tê binpêkirin û tê xwestin ku nifûsa Sûrê biguherin.

K24 – Diyarbekir

Civata Wezîran beriya hefteyekê derbarê hin taxên navçeya Sûr ya Diyarbekir û navçeya Silopî ya Şirnexê de biryara îstîmlaqkirina bilez da. Saziyên sivîl û xelkê navçeyan li dijî vê biryarê derdikevin û dibêjin bêyî destûra wan dewletê ev biryar daye.

Baroya Diyarbekirê jî dixwaze biryara  ‘îstîmlaqkirinê’ bê sekinandin û serî li Şûreya Dewletê da. Li gorî ragihandina Cigirê Serokê Baroyê Ahmed Ozmen, dewletê biryara îstîmlaqkirina 6 Hezar û 642 parsêlan daye.

Ozmen wiha dibêje: “50 Hezar kes li wan taxên ku tê xwestin werin îstîmlaqkirin dijîn, dixwazin bi îmara ewlekarî xebatekê bimeşînin.”  Saziyên sivîl dixwazin gavên îstîmlaqkirinê bêyî şêwirmendiya wan neyên avêtin.