Berdevkê Serokatiyê: Guhartina wezarta Iraqê ti girîngiya xwe nemaye

Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku guhartina wezart û berbijêrkirina kesên nû bo wergirtina postên wezartê yan dûrxistina wezîran ji hikûmeta Iraqê, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ve, ti girîngiya xwe nemaye.

K24 – Hewlêr

Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku guhartina wezart û berbijêrkirina kesên nû bo wergirtina postên wezartê yan dûrxistina wezîran ji hikûmeta Iraqê, li aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ve, ti girîngiya xwe nemaye.

Di daxuyaniyê de hat jî, ku di hejmarek medya û desgehên ragihandinê de hatiye ku, derbarê pêşniyarên bo guhartina wezartê û berbijêrkirina kesên din bo postên wezîrên hikûmeta Iraqê, Serokwezîrê Iraqê pêwendî ligel Serok Barzanî kiriye.

Berdevkê Serokatiyê diyar kir, ku derbarê guhartina wezîrên hikûmeta Iraqê û helwesta birêz Serokê Herêma Kurdistanê de, ji hemû aliyan re radigihînin, ku ji aliyê Serok Barzanî guhartina wezîr û berbijêrkirina kesên nû bo wergirtina posta wezîr yan dûrxistina wezîran li hikûmeta Iraqê ti girîngî tê de nemaye, ji ber ku hevpariya ligel hikûmeta Iraqê têk çûye, hevparî jî heger nema kursiya wezaretekê ti buhaya xwe namîne.

Herwiha daxuyaniyê ragihand, ku piştî pêwendiyeke telefonî di navbera Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê di 26 Adarê de, bi ti awayî behsa pêşniyaran bo guhartina wezaretê nehat kirin. Lê di 28 Adarê de, di vê derbarê de, Serokomarê Iraqê bi riya telephone pêwendî bi Serok Barzanî kir û Serok Barzanî nerazîbûna xwe derbarê nemana hevpariyê ligel hikûmeta Iraqê nîşan da.