Parêzerên Ewropayê maf û daxwezên Kurd vediguhêzin YEyê

Şandek ji 10 parêzerên Kurd ji Bakur, Rojava û başûr digel Kurdên Ermistanê, ku niha xwedî nasnameyên Almanî ne di gel parêzerên Alman seredanan Yekîtiya Perlemantêrên Kurdistanê kirin û di bargeha yekîtiya de li Hewlêrê civînek lidar xistin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a2c93e51-06bb-4e66-8952-7aceec4d9efe/shanda%20almani%20li%20yekitiya%20perlamaana%20k.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Şandek ji 10 parêzerên Kurd ji  Bakur, Rojava û başûr digel Kurdên Ermistanê, ku niha xwedî nasnameyên Almanî ne di gel parêzerên Alman seredanan Yekîtiya Perlemantêrên Kurdistanê kirin û di bargeha yekîtiya de li Hewlêrê civînek lidar xistin.

Serdana mafnas û parêzerên Kurd û Alman bi mebesta ku bikaribin maf û daxwezên Kurd veguhêsin Yekîtiya Ewropayê û bi yasayî behsa wê bikin, hatiye. Li gor wan jî ew  serbixwe ne û dê ji bo xizmeta her çar parçryên kurdistanê kar bikin. Ev cara yekem e seredana  Başûrê Kurdistanê dikin.

Ji aliyekî din ve parêzerek di wê baweriyê da ye, xemsariya hikûmeta Iraqê li ser Başûrê kurdistanê û birîna bûceyan, rewaşa başûr aloz ye, herwiha dibêje pêwista Başûrê Kurdistanê bi serxwebûnê heye û dê ew li nava Yekîtiya Ewropayê li ser vê yekê bisekinin.

Di civînê de, endamên Yekîtiya Perlamantêrên Kurdistanê krîza aborî li başûr  û daxwezên xwe ji  parêzeran re anîn ziman,

Biryar e, şanda parêzeran heya 8 Nîsanê li Başûrê Kurdistanê bimîne.