Bo jiayana zarokên Bakûrê Kurdistanê kurtefîlmek

Ciwanên ku fîlmê xwe yê ewil bi hêviya balkişandina li ser jiyana zarokên bakûrî amadekirin, diyar kirin ku ew ê ji niha pê de fîlmên xwe her bi Kurdî bikşînin ku him alikariya sinemaya Kurdî bikin him jî xwe di warê sinemaya Kurdî de bipêş bixin.

K24-Erzîrom

 Li Erzîromê xwendekarên zankoyê projeyek amadekirin ku bi kurtefîlmekê jiyana zarokên Bakûrê Kurdistanê rave dike. Di fîlmê ku bi Kurdî hatiye kişandin behsa jiyana karakterek bi navê Rojhat tê kirin ku nekariye zarokatiya xwe bijî. Fîlm bi keda xwendekaran hate amadekirin û kişandina vî 10 roj kişand.

Xwendekarên beşa ragihandina Zankoya Ataturk bi bûdçeyek sifir, bi kedên xwe kurtefîlmek bi Kurdî amade kirin.

Di fîlmê ku li bajarê Qersê di nava 10 rojan de hate kişandin, behsa karakterê bi navê Rojhat tê kirin ku tuşî boyaxker kirinê maye. Rojhat zarokê malbatek kasib e û ligel ku divê biçe dibistanê mecbûre giraniya aboriya malbata xwe jî parve bike. Rojhat rojekê li parkê digel mamosteyek ku dixwaze ew vegere dibistanê rûdine, di wê navê de bavê xwe dibîne û  direve, di dema ku direve de erebeyek lê dixe û canê xwe ji dest dide.

Xwendekarê ku fîlm amade kiriye wiha ji K24ê re got: “Em 5 heval in. Ev fîlmê me li bajarê Qersê derbas dibe. Qehremanê me navî wî Rojhat e. Rojhat naçe dibistanê. Bavê wî nahêle ku ew biçe dibistanê. Rojhat karê boyaxçîtiyê dike. Em li ser vê mijarê rawestîn."

Filma bi navê “Mirin Beyî Bibin Zarok” senaryoya xwe ji çîrokek rastî wergirtiye. Derhênêrê fîlm Ulaş Işik derbarê fîlmê xwe de wiha ji K24ê re dibêje: “Bavê min jî dema zarok, ji ber nebûnê boyaxkerî kiriye, lewma ez dikarim bibêjim ku çavkaniya çîronkê ji jiyana malbata min tê. Film Kurdî ye, bi vê yekê gelê me dikare bi awayekî hêsan fêhm bike.”

 Ciwanên ku fîlmê xwe yê ewil bi hêviya balkişandina li ser jiyana zarokên bakûrî amadekirin, diyar kirin ku ew ê ji niha pê de fîlmên xwe her bi Kurdî bikşînin ku him alikariya sinemaya Kurdî bikin him jî xwe di warê sinemaya Kurdî de bipêş bixin.